​​​​​​​Li Efrînê cenazeyê kalemêrekî li çolê hate dîtin

Cenazeyê kalemêrekî di nava zeviyên zeytûnên li ser rêya navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrîna dagirkirî de hate dîtin.

​​​​​​​Li Efrînê cenazeyê kalemêrekî li çolê hate dîtin
21 mijdar, 2021   14:58
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî, kalemêrekî nenas li çolê di navbera rêya Efrîn û navçeya Cindirêsê de  hate dîtin.

Heman çavkanî eşkere kir ku li gorî tiba şerî ya li nexweşxaneya Efrînê li ser cenaze îşaretên lêdan û îşkenceyeke xurt hebûn.

Artêşa Tirk a dagirker sûcên revandina sivîlan digel tevliheviya ewlehiyê li herêmên dagirkirî berdewam dike.

(eh)