Sergey Ryabkov: Divê hevdîtina Pûtîn û Biden baş were amadekirin

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku divê hevdîtina serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Joe Biden baş were amadekirin.

Sergey Ryabkov: Divê hevdîtina Pûtîn û Biden baş were amadekirin
21 mijdar, 2021   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî RT, Sergey Rybkov da zanîn ku ajandeyên hevdîtina pêşbîn pir mezin in û got: "Lê divê amadekarî baş were kirin. Em jî niha vê yekê dikin."

Diplomatekî diyar kir ku li gel DYA’yê gelek xwestekên li dijî Rûsyayê heye, ji wan jî girêdayî karûbarên Ukrayna ye û got: "Divê em ji wan re endamên pêşdeçûn û çawaniya wê şîrove bikin, niha em vê yekê dikin."

Her wiha berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov destnîşan kir ku dema hevdîtina di navbera Pûtîn û Biden de hê nehatiye diyarkirin.

(bx)