Xwepêşandêrên li Sêmalka: Sedema hebûna dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê, PDK ye

Şêniyên bajarê Hesekê yên beşdarî xwepêşandana li dergehê Sêmalka bûne, diyar kirin ku kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê li dijî ol, pîvanên eşîran û rêgezên navneteweyî ne. Xwepêşandêran li dijî xeta îxanetê banga berdewamkirina çalakiyan kir.      

Xwepêşandêrên li Sêmalka: Sedema hebûna dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê, PDK ye
21 mijdar, 2021   14:03
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULAH

Çalakiya xwepêşandanê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan li dergehê Sêmalka tê li darxistin, li gel paşguhkirina daxwazên malbatên şehîdan ji aliyê rayedarên PDK`ê ve, dewam dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di 5’ê Cotmehê de li dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, bi armanca radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî ji malbatên wan re, çalakî dabû destpêkirin.

Derbarê mijarê de, yek ji beşdarên çalakiyê Aram Beşar ê ji bajarê Hesekê, kiryarên PDK'ê şermezar kir û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina çalakiyên li dijî xeta îxanetê.

Aram Beşa wiha axaftina xwe dewam kir: "Tevî bangawaziyên şênî û malbatên şehîdan jî lê belê PDK'ê tu bersivê nade ji daxwazên xwepêşandêran." Beşar kiryarên PDK'ê û radestnekirina cenazeyên şehîdan wekî binpêkirina ol, pîvanên eşîran û rêgezên navneteweyî bi nav kir û got: “Ev yek veşartina sûcên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê, nîşan dide.”

Aram Beşar di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li PDK'ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbeta wan bikin.

Ela Memdûh jî bang li PDK'ê kir ku helwesta xwe derbarê radestnekirina cenazeyên şehîdên Xelîfanê de, zelal bike û got: “Sedema neyekrêziya kurdî û hebûna dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê, siyasetên PDK`ê ye.”

(dx)

ANHA