Di Roja Zarokan a Cîhanê de.. Şeran rawestînin!

Bi sedan zarokên bajarê Kobanê meşeke li dar xist, tê de banga aştiyê û rawestandina şeran kir ku salane tê de bi dehan zarok dibin qurbanî.

Di Roja Zarokan a Cîhanê de.. Şeran rawestînin!
21 mijdar, 2021   12:39
 KOBANÊ

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî û ji bo şermezarkirina siyasetên li dijî zarokan û şerên ku salane tê de bi dehan zarok dibin qurbanî, zarokên bajarê Kobanê meşek li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/11/21/120623_kob-mes-28329.webp

Meş ji aliyê Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê ve bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê bi dirûşma “Parastina zarokan şeretekî bingehî yê avakirina civakeke saxlem e”, meş organîze kir.

Meşê ji qada Jina Azad heta qada Aştiyê dewam kir. Li wê derê endamê rêveberiya Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Xalid Ceradê axivî û bang li cîhanê kir ku şeran rawestînin ku tê de zarok dibin qurbanî.

Xalid Ceradê got: “Her tim zarokên bê sûc û bê guneh dibin qurbaniyên şeran. Em bang li cîhanê dikin ku zarokan biparêzin û li şûna şer, wan fêrî aştiyê bikin.”

/ar/uploads/files/2021/11/21/120639_kob-mes-28129.webp

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 20`ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê ye, ev roj sala 1954`an ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate erêkirin û ji sala 1990`î û vir ve her sal tê pîrozkirin.

(cx)

ANHA