​​​​​​​Bangawaziyên ji bo parastina jinan û misogerkirina mafên wan

Bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re, Meclisa Jinan a PYD`ê, Kongreya Star û Meclisa Jinan a Sûriyê li Hesekê û Qamişlo semîner ji mêran re li dar xistin û daxuyanî dan. Yekitiya Jinên Ciwan li Şehbayê jî daxuyaniyek da.

​​​​​​​Bangawaziyên ji bo parastina jinan û misogerkirina mafên wan
​​​​​​​Bangawaziyên ji bo parastina jinan û misogerkirina mafên wan
​​​​​​​Bangawaziyên ji bo parastina jinan û misogerkirina mafên wan
​​​​​​​Bangawaziyên ji bo parastina jinan û misogerkirina mafên wan
21 mijdar, 2021   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a PYD`ê îro daxuyaniyek da, tê de bernameya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25`ê Mijdarê) yên bi dirûşmeya “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê têbikoşe”, eşkere kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda PYD`yê ya li bakurê bajarê Qamişlo ji aliyê endamên Meclisa Jinan a PYD`ê Dîdem Elî û Rozalîn Bekir ve hate xwendin.

Jinan wêneyên jinên ku rastî tundî, kuştin û hedefgirtinê hatine û pankartên bi nivîsa "Na ji tundiyê re, Bese ji kuştina jinan re" hildan.

Meclisê di daxuyaniyê de behsa serdestiya sîstema desthilatdar ya bi zihniyeta baviksalar hat kirin ku jiyana demokratîk di nava hemû beşên civakê de çewisandiye û serdema dayikên xwendawend veguherandiye serdema koletiyê û hate gotin: “Îro jî di serdema hêzên desthilatdar de hêza çekê serdeste, tenê li cihê berxwedan û têkoşîn hebe atşî û ewlehî pêkane.”

Meclisa Jinan a PYD`ê her wiha bernameyê çalakiyên xwe yên Mijdarê eşkere kir, ku dê semînerên taybet bi jinan li gund, navçe û bajarokan werin dayîn, her wiha li kampan dê semînerên têkildarî cureyên tundiya li ser jinan, qanûnên jinan û zewicandina zarokan werin dayîn.

HESEKÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, Kongreya Star bi koorîndeya PYD`ê li bajarokê Tiwêna yê girêdayî Hesekê semînerek ji mêran re li dar xist.

Meclisa bajarok, bi dehan şênî û endamên meclisê (mêr tenê) beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de ji rêveberên meclisa PYD`ê Ebdulxenî Oso axivî. Oso behsa tundiya li ser jinan bi hemû cure û rêbazên wê yên cuda, sedemên wê yên ji ber zihniyeta baviksalar a serdest, rêbazên rizgarkirina jinan ji koletiya ku ji aliyê civakê ve li ser tê ferzkirin, kir.

Oso wiha axivî: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jinan îradeya xwe ya xurt di hemû qadan de îsbat kir. Şoreş bi rêve bir û bû sembola azadiyê.”

Oso wiha pê de çû: "Projeya demokratîk û têgeha hevserokatiyê têgeheke nû û têgihîştî ye. Ew jî ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêr de her wiha ji bo rakirina zilmê hat derxistin da ku jin piştî çend salan ji koletî û bindestiyê mafên xwe bi dest bixe."

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Jinan a Sûriyê derbarê cureyên tundiyê, sedemên wê, bandorên wê û rêbazên çareserkirinê de semînerek da.

Semîner ji aliyê endama meclisê Sûad Xelo ve hate dayîn.

Sûad Xelo îşaret bi bandorên pîskolojîk ên tundiyê kir ku dighêje asta xwekuştinê û banga belavkirina têgihîştinê di nava civakê de li dezgehên çapemeniyê û malperên medya dijîtal kir.

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê jî Yekîtiya Jinên Ciwan bi heman armancê bi beşdariya bi dehan endama li navçeya Ehresê daxuyaniyek da.

Jinên ciwan alên Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Ocalan û pankartên bi nivîsên “Na ji destdirêjiya cinsî re, Na ji kuştina jinan re” hildan.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Raniya El-Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Armanca me ya sereke avakirina civakeke azad û jiyaneke hevpar û wekehev e. Bi fikr û felsefeya rêber Apo em ê li dijî her kesê dixwaze tundiyê li ser jinan pêk bîne, bisekinin.”

 (bx)

ANHA