Şandeya Somaliyê spasiya Rêveberiya Xweser kir

Balyozê Somaliyê yê Şamê Ferhan Cerhan ji ber ewlekirina jiyana welatiyên Somaliyê yên li kampan û navendên ragirtinê dimînin û parastina mafên wan yên mirovî, spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Şandeya Somaliyê spasiya Rêveberiya Xweser kir
17 mijdar, 2021   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku wan roja çarşemê (17 Mijdar) balyozê Somaliyê yê li Şamê Ferhan Cerhan û serokê şandeya Komara Somaliyê û seroka buroya UNICEF’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Natasha Stogozuka pêşwazî kirine.

Rayedarên Somaliyê ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirê Hevserokatiya Daîreyê Fener El-Giêt û endama Desteya Rêveberiyê ya daîreyê Sena Deham ve li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan gelek doz û mijarên siyasî û aborî û bi taybet diyaloga bi hikumeta Sûriyê re û xebatên siyasî yên li Sûriyê û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, nîqaş kirin.

Destpêkê Ebdulkerîm Omer behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweser ve, me karîbû gelek xizmetan bidin şêniyên herêmê. Rêveberiya Xweser 5 milyon sivîl û bi deh hezaran koçberên ku ji herêm û bajarên din hatine, bi rê ve dibe. Bi fedakariyên mezin me gelek deverên Sûriyê ji terorîstan rizgar kirin. Wek Rêveberiya Xweser em xwe dispêrin nenavendîbûnê.”

Omer teqezî li ser cidiyeta Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide diyalogê bi Şamê re dest pê bike û bi awayekî domdar bi Rûsan re di nava peywendiyê de ye da ku garantiya diyalogê bike û got: “Em hêvî dikin ku em bigihêjin çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê.”

Her wiha şandeya Somaliyê li ser astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser hate agahdarkirin ku ji wan têkoşîna li dijî terorê, astengiyên aborî ya ji ber aloziya Sûriyê ye, her wiha dorpêçkirina herêmê nexasim piştî girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) û pandemiya Koronayê. Tê zanîn ku alîkariyên mirovî yên rêxistinên navneteweyî bi rêya Şamê tê şandin û tenê miqdareke kêm digihêje herêmê. Her wiha dibe ku di dema pêş de aloziya kêmbûna genim û ard derkeve.

Omer da zanîn ku gefên dewleta Tirk dibin sedema pêleke nû ya koçberiyê, her wiha derfetê dide DAIŞ`ê ku ji nû ve bi rêya şaneyên veşartî bi tevger bibe.

Fener El-Giêt jî daxuyand ku armanca Rêveberiya Xweser peydakirina aştî û edaletê ji bo hemû pêkhateyên herêmê ye û desntîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser gefê li yekitiya Sûriyê û aramî û îstiqrara welatên cîran naxwe û ji bo avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk û nenavendî, nimûneya herî baş e.

Balyozê Somaliyê Ferhan Cerhan jî mixabiniya xwe li ser rewşa mirovî ya xirab anî ziman û got: “Em bawer in ku çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê dema ku welatên Ereban ên dost û hemû aliyên Sûriyê berpirsyariyên xwe pêk bînin, dê dest pê bike. Her wiha em dixwazin spasiya Rêveberiya Xweser bikin ji ber jiyana welatiyên Somaliyê yên li kampan û navendên ragirtinê ewle kir û mafên wan parastin û lênêrîna pêwîst pêşkêşî wan kir.”

(cx)