​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Derkela ya Kanîmasî ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ve bombebaran kir.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir
17 mijdar, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagiker gundê Derkela ya Seydayan a dikeve ser bi bajarokê Kanîmasiyê ya ser bi navçeya Amediyê a Dihokê ve, bombebaran kir.

Heta niha tu zanyarî têkildarî encamên bombebaranê nehatine bidestxistin.