​​​​​​​Meclisa kantona Girê Spî banga serbestberdana Rêber Ocalan kir

Meclisa kantona Girê Spî ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin, her wiha bang li hemû gelên demokrat kir ku asta têkoşînê bilind bikin.

​​​​​​​Meclisa kantona Girê Spî banga serbestberdana Rêber Ocalan kir
17 mijdar, 2021   12:09
EYN ÎSA

Daxuyanî li qada navenda meclisa kantonê ji aliyê cîgirê hevserokatiya kantonê Hezah Mihemed ve hate xwendin. Bi dehan endamên meclisa kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin da ku Rêberê Navneteweyî Abdullah Ocalan ku nûnertiya mirovahiya azad û biratiya gelan dike, serbest bê berdan.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi sîstemên desthilatdar û dîktator bi rêya tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin, aştî û azadiya gelên bindest ku Rêber Ocalan ji bo wê têdikoşe, red dikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang Ii civaka navneteweyî kir ku derbarê kirinên sîstemên dîktator li dijî aştîxwaz û jiyana hevbeş ji bêdengiya xwe derkevin.

Di dawiyê de bang li hemû gelên demokrat hate kirin ku têkoşîna xwe bilid bikin, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Navneteweyî Abdullah Ocalan, bidest bixin.

Dewleta Tirk ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999`an ve hatiye girtin ve, tecrîdê li ser wî ferz dike û armanca wê ji vê yekê astengkirina fikrên wî yên aştîxwaziyê Ii tevahî Rojhilata Navîn e.

(bx)

ANHA