'Em ê li ser xeta rêbertî berxwedana xwe bidomînin'

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî banga xurtkirina têkoşînê kir.

'Em ê li ser xeta rêbertî berxwedana xwe bidomînin'
15 mijdar, 2021   02:55
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Rejîma Tirk di ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de berdewam e, rê nade malbat û parêzerên wî ku hevdîtinê pê re bikin, di heman demê de mafê wî yê sporê bin pê dike.

/kr/uploads/files/2021/11/14/203935_-.webp

Welatiyê bin navê Mihemed Îbiş tecrîda girankirî ku desthilata Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şeremzar kir û got: "Dewleta Tirk ji ramanê rêbertî ditirse ku wekî xeterî li ser xwe û zihniyeta xwe ya desthilatdar dibîne, ji ber vê yekê nahêle ku parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin."

Îbiş  di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dizane ku çareseriya krîza Rojhilata Navîn di fikir û felsefeya rêber Ocalan de ye.

Mihmed Îbiş bêdengiya rêxistinên mirovî yên navneteweyî şermezar kir û got: "Ev rêxistin îdia dikin ku mafên mirovan diparêzin, lê ji bo berjewendiyên xwe li hemberî zextên dewleta Tirk bêdeng in."

/kr/uploads/files/2021/11/14/204007_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Ebdo  jî got: "Dewleta Tirk mafê rêbertî yên spora meşê binpê dike, ev karekî neqanûnî ye."

Ebdo diyar kir ku fikir û felsefeya rêbertî xwe dispêre prensîbên paradîgmaya azadiyê û zihniyeta rejîmên serdest û modernîteya kapîtalîst red dike û wiha dom kir: "Dewleta Tirk bi tecrîda girankirî re hewl dide rê li ber belavkirina fikir û felsefeya rêbertî yê ku banga aştî û biratiya gelan dike, bigire."

Ebdo destnîşan kir ku dewleta Tirk senaryoya Împaratoriya Osmanî ya li ser bingeha qirkirinê dubare dike û wiha lê zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan maskeya veşartî ya dewleta Tirk eşkere kir. Lewma hewl dide rêber Ocalan ji gel dûr dixe."

/kr/uploads/files/2021/11/14/203948_-.webp

Welatiya bi navê Emîne Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan xwe bi dawîkirina pirsgirêka Kurd dixapîne. Emîne Ebdo wiha lê zêde kir: " Bi yek kesî mabe jî wê doza Kurd bimîne. Ev berhema felsefe û ramanên rêber Ocalan e ku di nava gelê xwe de hiştiye."

Emîne Ebdo di dawiya axaftina xwe de anî ziman heta rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya rêber Ocalan wê têbikoşe û çalakiyan zêdetir bike û got: "Madem rêbert di girtîgehê de li ber xwe dide, em li pişta wî ne û li ser xeta wî em ê berxwedanê berdewam bikin."

(dx)

ANHA