Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin

Di van kêliyan de li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hersê şehîdên komkujiya Hilêliyê ji aliyê bi hezaran ve bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin.

Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin
Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin
Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin
Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin
Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin
Şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasimeke bi heybet tên oxirkirin
11 mijdar, 2021   10:39
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ku ji çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina şehîd Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve li ser piyan bi rê ketibûn, gihaştin goristanê.

Bi beşdarabûna bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên jinan û partiyên siyasî di van kêliyan de li goristanê merasimeke bi heybet tê lidarxistin.

Merasimê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Niha merasim bi axaftina Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif dewam dike.

(cx)

ANHA