​​​​​​​Şêniyên Helebê komkujiya dewleta Tirk li dijî Qamişloyê  şermezar kir

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin, her wiha di vê dawiyê de dagirkeriya Tirk li Qamişloyê komkujiyek li dijî malbata Gulo pêk anî.

​​​​​​​Şêniyên Helebê komkujiya dewleta Tirk li dijî Qamişloyê  şermezar kir
10 mijdar, 2021   18:20
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi sedan şêniyên Helebê daketin qadan û soz da ku tola şehîdên malbata Gulo hilînin.

/ar/uploads/files/2021/11/10/161051_rwshan-mhmd.webp

Meş ji pêşiya hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û ber bi kolanên taxê ve gerîn. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên her 3 şehîdên malbata Gulo,  Yusif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo û sembolên kurdî rakirin.

Her wiha şêniyan diruşmên "Xwîne Kurd ne erzan e", "Dê kujer berdêleke biha bidin" û "Em fedekarê welatê xwe ne" berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/10/162810_wlat-mamw.webp

Li Qada 7 Şehîdan a beşa rojhilat a Şêxmeqsûdê meş vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Dûvre endamê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo û Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşan Mihemed axivîn.

Axîveran sersaxî ji malbatên hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê re xwest û soza tolhildana her sê şehîdên ji malbata Gulo da.

Axêveran diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn siyaseta qirkirinê dide meşandin û sûcan li dijî wan pêk tîne, da ku xewanên xwe yên Osmanî pêk bîne. Her wiha dewleta Tirka dagirker, piştî çeteyên DAIŞ`ê û hevalbendên wê di têkbirina şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ketin, bi awayekî eşkere destwerdan kir û sûc pêk anîn.

Her wiha axîveran destnîşan kir ku bersiva herî guncaw ji wan sûcan re gel yekitî û biratiya xwe xurt bike ku li hember wan êrişên bi armanca têkbirina pêşeroja gelên Rojhilata Navîn, bisekine.

/ar/uploads/files/2021/11/10/161127_2021-11-10-hlb-tzahrh-astnkaraan-llhjmat-altrkyh-ala-rwj-aafa-28329.webp

Di dawiyê de axêveran soza şopandina xeta şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê da, ku xewnên wan ên avakirina welatekî demokrat û azad bi cih bînin.

(eh)

ANHA