Wezîrê karên derve yê Misirê: Tu sedemek nîn e ku dewleta Tirk li Sûriye, Iraq û Lîbyayê be

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Îxwan El-Muslimîn li Tirkiyê rexne kir û piştrast kir ku welatê wî tu sedeman ji bo hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.

Wezîrê karên derve yê Misirê: Tu sedemek nîn e ku dewleta Tirk li Sûriye, Iraq û Lîbyayê be
10 mijdar, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Samih Şukrî duh bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku welatê wî li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên di 10 salên dawîn de bi fikar e û got: “Misir tu sedemên hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.”

Şukrî her wiha destwerdana dewleta Tirk li karên hundirîn ên Misirê û piştevaniya koma Îxwan El-Muslimîn rexne kir.

Îxwan El-Muslimîn li Misirê û hinek welatên Ereban wek komeke terorîst tê dîtin.

(cx)