​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk ciwanek ji Efrînê li bajarê Babê revandin

Çeteyên dewleta Tirk beriya 15 rojan ciwanek ji şêniyên navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî, li navenda bajarê Babê yê dagirkirî revandin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk ciwanek ji Efrînê li bajarê Babê revandin
9 mijdar, 2021   08:09
​​​​​​​ŞEHBA

Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Kawa Şemis El-Dîn Mihemed (30) ji şêniyên gundê Hec Hesno ya navçeya Şiyê li bajarê Babê revandin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan Kawa Mihemed ber bi cihekî ne diyar ve birin û ev bû 15 roj in çarenûsa wî ne diyar e.

 (dm)

ANHA