Li Bexdayê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de alozî derket

Li Bexdayê li dijî encamên hilbijartinê xwepêşandan dest pê kirin. Li gorî agahiyan di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Li Bexdayê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de alozî derket
5 mijdar, 2021   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Aliyên Şîe yên ji encamên hilbijartinê nerazî ne, li dijî encamên hilbijartinê li Bexdayê jî daketin qadan. Li gorî agahiyan xwepêşander herêma ‘Kesk’ û balafirgeha navneteweyî ya paytextê dorpêçkirine.

Hate gotin hêzên ewlekariyê gule bikartînin û di navbera wan û xwepêşanderan de alozî deret. Li gorî hin agahiyan ji ber guleyên hêzên ewlekariyê xwepêşandar birîndarbûne.

Berê Bexdayê li Kerkûkê alîgirên Hevpeymaniya Fetîh jî bi heman armancê daketin qadan û li ser rêya navneteweyî ya diçe berbi Bexdayê ve meşiyan.