Ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan hat kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan hat kirin
4 mijdar, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Parêzer Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdanên parêzeran heta niha bêbersiv têne hiştin.