Li Tebqayê biryara qedexeya derketina derve ket meriyetê

Biryara qedexeya derketina derve ya giştî li bajarê Tebqayê îro di saetên sibê de ket meriyetê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî zêde li nava rê û kolanan belav bûne.

Li Tebqayê biryara qedexeya derketina derve ket meriyetê
2 mijdar, 2021   12:15
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê piştî zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, biryara qedexeya giştî li bajarê Tebqayê derxist. Biryar ji îro de kete metiyetê û dê 10 rojan berdewam dike.

Rêvebiriya Sivîl di daxûyaniya xwe de teqezî bi pêkanîna tedbîrên pêşîlêgirtinê kir ku hemû dikanên bazirganî û pîşesazî û erebeyên veguhestinê yên giştî û taybet divê werin rawestandin.

(dx)

ANHA