Armanca gefên dewleta Tirk nixumandina kirîza hundirîn e

Dewleta Tirk a dagirker bi behaneyên cuda li dijî herêmê gefên êrişê dixwe. Gelo li pey van gefan çi heye?

Armanca gefên dewleta Tirk nixumandina kirîza hundirîn e
2 mijdar, 2021   09:08
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk di dirêjahiya salên borî de gelek herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin. Berpirsên dewleta Tirk careke din gefên dagirkerina herêmên din xwarin.

ŞERÊ TAYBET, ALAVEKE DEWLETA TIRK E KU ÇAVAN JI SER KRÎZÊN XWE DÛR BIXE

Beriya her êrişekê, dewleta Tirk şerê taybet dimeşîne û gefên bênavber li dijî şêniyên herêmê dixwe ku tirsê bixe nava şêniyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi behaneyên cuda gefên êrişan li dijî herêmê dixwe. Têkildarî vê yekê çavdêran da zanîn ku dewleta Tirk di nava krîzan de tengav bûye û bi van gefan hewl dide bala gelê Tirkiyê ji ser krîzên hundirîn rake û ber bi şer û xwînrijandinê li derveyî sînorê xwe ve bikişîne.

Dewleta Tirk a dagirker li derve û hundir di nava krîzan de ye. Aboriya Tirkiyê ber bi hilweşînê ve ye, bi taybet piştî şewat û lehiyên dawî yên di havîna borî de çêbûne. Ji bilî wê jî artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîlayan ve derbe xwarin û di dîplomasiya bi gelek dewletan re di serî de Amerîka bin ket.

Van hemû krîzan ji dewleta Tirk re girêk çêkirin û bi wê re dewleta Tirk texmîn dike ku dikare bi rêya gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bala gelê Tirkiyê ji ser aloziyên hundirê bi dûr bixe.

‛DEWLETA TIRK PIŞTÎ SERKETINA RÊVEBERIYA XWESER DI GELEK WARAN DE GEFAN DIXWE’

Girêdayî vê yekê, endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Ferman Hisên wiha got: "Gefên dewleta Tirk berdewam in û hîna jî gelek herêmên Sûriyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên xwedî fikirên radîkal û tundraw de ne, ev gefên li dijî herêmê ne nû ne."

Ferman Hisên wiha domand: "Piştî serokkomarê Tirkiyê çû Amerîka û destvala vegeriya, berê xwe da Rûsya ku hin peymanên nû îmze bike. Ev jî nîşaneyeke eşkere ye ku dewleta Tirk dijminê rêveberî û gelê herêmê ye, bi taybet piştî pêşketinên rêveberiyê di qada dîpolmasî de, nemaze serdanên  şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo Amerîkayê."

Hisên da zanîn ku ew pêşketinên di qada dîplomasî û pêşketinên li herêmên Rêveberiya Xweser de  hişt ku dewleta Tirk bi hêrs bibe, ji ber vê yekê gelek herêmên Sûriyê dagir kirin û armanc dike ku herêmên din jî dagir bike.

Li gorî Ferman Hisên, çavnebariyên dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re ji zû ve eşkere ne û got: "Ev çavnebarî ji dema dagirkirina Lîwa Iskenderon ve hene, li gel wê jî dewleta Tirk bi behaneyên derew herêmên Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne."

Li ser helwesta dewletên garantor a agirbesta li herêmê endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrat a Kurd Ii Sûrî (Partî) Ferman Hisên ev tişt got: "Divê dewletên garantor erkên xwe yên exlaqî li hember gelê herêmê pêk bînin. Ji ber ku şêniyên herêmê êriş ewlehiya tu kesî nekirine û li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê disekinin. Ji lew re divê sînorek ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re were danîn."

Girêdayî êrişên li ser Til Rifet û Minbicê û gefên dagirkirina wan, Ferman Hisên got: "Her du bajar tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihewînin. Ji ber ku Minbic damarê bingehîn ê dergehê bazirganiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji lew re dewleta Tirk armanc dike herêmê dorpêç bike û piştre dagir bike."

‛DIVÊ BI HEVGIRTINÊ LI HEMBER DAGIRKERIYÊ BISEKININ’

Têkildarî bêdengiya hikumeta Şamê Hisên got ew bi bêdengiya xwe li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê çewtî û şaştiyan dike û divê bêdengiya wê were şikandin ku parastina xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk bike.

endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demoqrat a Kurd li Sûrî (Partî) Ferman Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û rêveberiya xwe biparêzin. Ji ber ku rêveberî ji wan e û nûnertiya wan dike û gelek destkeftî pêk anîne û çarenûsa wê bi çarenûsa gelê herêmê ve girêdayî ye."

(fr)

ANHA