Ciwanan li Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin

Ciwanên navçeya Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku qada asîmanî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.

Ciwanan li Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin
31 cotmeh, 2021   14:50
QAMIŞLO

L navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Meş li pêşiya saziya perwerdeyê ya navçeyê dest pê kir û di kolnên sereke yên navçeyê de geriya. Di meşê de pankartên "Qada asîmanî li ber êrişên dewleta Tirk bigirin" hatin vekirin û diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

 

Paşê meş veguherî mêtîngê û  deqeyeke rêz hate girtin, endamê rêveber ê Tevgera Xwendekaran Hogir Elî axivî, diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û ji bêdengiya navneteweyî sûdê digire û êrişan pêk tîne.

Hogir Elî diyar kir ku dewleta Tirk di şerê xwe yê taybet de di serî de ciwan û xwendekaran dike hedef da ku vîna civakê û rihê wê yê şoreşgerî bişkîne. Her wiha bang li ciwan û xwendekarên herêmê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin.

Di dawiya mêtîngê de diruşmeyên banga derketina dewleta Tirk ji Sûriyê hatin bezkirin.

ANHA