Şam nerazîbûn nîşanî biryara Tirkiyê ya dirêjkirina tezkreya leşkerî da

Hikumeta Şamê biryara parlamentoya Tirkiyê ya dirêjkirina tezkreya şandina hêzên leşkerî ji bo Sûriyê  û Iraqê şermezar kir.

Şam nerazîbûn nîşanî biryara Tirkiyê ya dirêjkirina tezkreya leşkerî da
30 cotmeh, 2021   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî berpirs di Wezareta Karê Derve ya hikumeta Şamê de got, ew biryara parlamantoya Tirkiyê yê dirêjkirina tezkereya leşkerî ya şandina hêzên leşkerî ji bo Iraq û Sûriyê du salên din şermezar dike.

Parlamantoya Tirkiyê tezkereya leşkerî ya bi îmzeya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan erê kir.

Çavkanî got: "Siyasetên Recep Tayyîp Erdogan êdî rasterast gefê li ewlehî û aştiya herêmê û cîhanê dixwe, ji ber ku binpêkirinên xwe yên leşkerî li ser xaka Sûriyê didomîne, bi vê yekê biryarên Konseya Ewlehiyê ya têkildarî Sûriyê bin pê dike ku tevahiyan banga rêzgirtina li hemberî serdestî, serxwebûn, silametî û yekitiya xaka Sûriyê kirin."

Hikumeta Şamê û got, li hemberî kiryarên rejîma Tirk a ku gefan li aştî û ewlehiya navneteweyî êdî tehemula bêdengiyê nema ye û bang li civata navneteweyî kir ku rejîma Tirk ji ber êriş û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyê muhasebe bike.