Kesên nenas îmamê mizgeftekê li Dêrarozê qetil kir

Vê êvarê kesên nenas Şêx Xelef El-Elî El-Deham (Ebû Eqiye) ê îmamê mizgeftê gundê Zir ê rojhilatê Dêrazorê qetil kir.

Kesên nenas îmamê mizgeftekê li Dêrarozê qetil kir
28 cotmeh, 2021   18:12
DÊRAZOR

Li gorî çavkaniyê ji herêmê, vê êvarê kesên nenas li motorsiklêtê siwar bûbûn gule avêtin şêx Xelef El-Elî, di encamê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan da zanîn ku Şêx Deham îmamê mizgeftê gundê Zir ê rojhilatê Dêrazorê ye û ji hêla hikumeta Şamê ve hatibû girtin û bi tawana tevlêbûna li Îxwan El-Mislimîn zêdetirî 12 salan di girtîgehê de mabû.

(fr)

ANHA