Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin

Koma însiyatîfên dilxwaz bi piştevaniya Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê li maleke şêniyên Baxozê ya li rojhilatê Dêrazorê vekir ku xizmetî şêniyên herêmê bike.

Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin
Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin
Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin
Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin
Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin
Li Baxozê navendeke karantînayê ya pêketiyên vîrusa Koronayê hat vekirin
27 cotmeh, 2021   14:09
DÊRAZOR

Di merasîma vekirinê de saziyên sivîl, rûspî û şêxên eşîrên herêmê, endamên meclisên herêmê, malên gel û nûnerên ji rêveberiya jin amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin û beriya vekirinê, yek ji endamên koma însiyatîfên dilxwaz Hemod El-Xelef bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku dê ev navend ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê û dermankirina wê ji şêniyan re piştevanî be.

Dûvre beşdar li nava navendê gerîn, beş, alavên wê nas kirin û kêmasiyên heyî şopandin.

Endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Rojhilaa Mişel El-Sultan ev spasiya vê însiyatîfê kir û soz da komê ku gelî û xwestekên wan ji aliyên têkildar re rakirin ku alîkariya we bi hemû derfetên xwe bikin.

El-Sultan bi endamên komê re li ser dermanxaneyan nîqaş kir ku tu dermanan an jî perspektîfan nedin kesên gûmana vîrusa Koronayê li ser wan hene û wan bişînin navnedê karantînayê ku tedbîrên guncaw bigirin û testên wan werin çêkirin.

Koma însiyatîfan a dilxwaz ku ji 20 dilxwazan pêk tê bi derfetên xwe dixebitin. Li gel wan 7 cereyên oksojînê, du alavên keşfkirina oskojînê û alaveke keşfkirina germahiyê, 4 erebe û nimreya awarte hene.

Dê kom gerên ji bo hişyarkirin û zanakirinê ji şêniyan re, li dibistanan û navendên giştî pêk bîne û dê hemleyên derzîkirinê li dijî laşmanya li dar bixin, her wiha gerên sibehê û êvarê li ser nexweşên koronayê bi rê ve bibin.

(fr)

ANHA