Pêkhatyên Tirbespiyê sersaxî dan malbatên şehîd Hêvîdar û Feysel

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê û Feysel Osê û sersaxî ji malbata wan re xwest.

Pêkhatyên Tirbespiyê sersaxî dan malbatên şehîd Hêvîdar û Feysel
26 cotmeh, 2021   12:27
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Ala Xelef (Hêvîdar Tirbespiyê) û Feysel Osê û sersaxî ji malbata wan re xwestin.

Ala Xelef (Hêvîdar Tirbespiyê) di encama topbarana dewleta Tirk bi çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Feysel Osê jî di encama têkoşîna xebatê siyasî de li Başûr di 10`ê Cotmehê de şehîd bû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Hêvîdar hatiye dayîn. Di bin kon de wêneyên şehîdan, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatine daleqandin.

Merasîma sersaxiyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji sedê salan ve Kurdan dike hedef û îro jî hevkariya bi PDK`ê re da ku proje û armancên dagirkeriyê li Kurdistanê, pêk bînin."

Her wiha hevserokê PYD`ê ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo jî bal kişand ser berxwedana gerîla li hember êrişên dewleta Tirk û piştrast kir ku gerîla hêza parastina Kurdistanê û gelê Rojhilata Navîn e.

Paşê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk projeyeke neteweyî ye, armanca wê ne parçekirina pêkhateyane, lê belê armanca wê ya sereke rizgarkirin û yekitiya gel û pêkhateyane.

Her wiha dayika şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, Xurme Elî jî piştrast kir ku keça wê şehîda Kurdistanê ye, ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dijmin şehîd bû û ev tişt anî ziman: "Keça min li ser destê artêşa Tirk û hêzên PDK`ê şehîd bû. Ez soz didim ku em ê heta rizgarkirina tevahî Kurdistanê şopdaarên rêya şehîdan bin."

Di dawiyê de, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(bx)

ANHA