​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li herêmên "bêçek" sewqiyetên leşkerî yên nû pêk anîn

Dagirkeriya Tirk sewqiyetên leşkerî yên nû li herêma "bêçek" pêk anî, di vê çarçoveyê de 30 wesayîtên bi çemento, pêdiviyên lojîstîkê û cebilxaneyê barkirî derbasî herêmê kirin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li herêmên "bêçek" sewqiyetên leşkerî yên nû pêk anîn
26 cotmeh, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku îro karwanekî leşkerî yê dagirkeriya Tirk di dergehê Kefer Lûsîn re ber bi nuqteyê çavdêriyê yên li bajarê Idlibê ve bi rê ket.

SOHR'ê di 20'ê Cotmehê de jî diyar kiribû ku karwenekî girêdayî dewleta Tirk ketiye herêmên "bêçek".

(dm)