Rêxistinên Jinan sûcên dagirkeran li dijî jinên herêmên dagirkirî şermezar kirin

Rêxistinên jinan ên Helebê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên herêmên dagirkirî û di serî de kuştina jineke ducanî li Efrînê, şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bêdeng nemînin û erka xwe ya exlaqî û qanûnî pêk bînin.

Rêxistinên Jinan sûcên dagirkeran li dijî jinên herêmên dagirkirî şermezar kirin
24 cotmeh, 2021   11:49
HELEB

Rêxistinên jinan ên saziyên civaka sivîl a taxa Şêxmeqsûd derbarê kuştina jina ducanî Nemet Behcet Şêxo ji aliyê îstixbarata Tirkiyê (MIT) li Efrîna dagirkirî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li çerxerêya şehîd Destîna ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bi amadebûna bi dehan endamên rêxistinên jinan hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya Yekîtiya Hunermendan Yara Hisko ve hate xwendin.    

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Binpêkirin û sûcên hovane yên li herêma Efrînê pêk tên, dikevin asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Dewleta Tirk ji bo tola xwe ji jinan hilîne yên ku di tunekirina terorê de roleke pêşeng lîstin, sûcên li dijî jinên bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne."

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinan hate kirin û wiha dewam kir: "Sûcên revandin, kuştin, tundiya cinsî û tecawizkirina jin û zarokan, zewicandina bi darê zorê ya keçên temen biçûk, bêparhiştina jinan ji mafê xwedîkirina zarokan û îşkenceya derûnî û fîzîkî, didomin.”

Daxuyaniyê bal kişand ser kuştina welatiyê bi navê Nemet Şêxo û got: "Welatiya bi navê Nemet Behcet Şêxo (32) ya di meha 6`an de ducanî bû hate kuştin. Dema Nemet tevî hevjîn û xizmên xwe ji bo kontrolkirina rewşa xwe ya tenduristî li nexweşxaneya Qenber bû, ew û hevjînê wê ji aliyê endamên polîsên leşkerî û îstixbarata Tirkiyê ve hatin revandin û hate tawanbarkirin ku kembereke bombebarkirî pê re ye û ber bi navendeke wan ve birin û îşkence li wan kirin. Piştî 6 saetan ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû, ew rakirin nexweşxaneya Ibn Sîna. Piştî rojekê jina ducanî di encama îşkence û tundiyê de tevî zarokê xwe jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê radestî xizmên wê hat kirin. Wan îdia kir ku ew ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye. Tê zanîn ku beriya were girtin tenduristiya wê baş bû. Ji ber tirsa malbata wê ji çeteyan negotin ku keça wan di encama îşkenceyê de hatî kuştin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev sûc rêgezên bingehîn ên Peymana NY, her çar Peymanên Cinêvê û Danezane Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dikin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em bi navê jinên di saziyên civaka sivîl ên Helebê de kar dikin, van sûc û binpêkirinên mafên jin û zarokan ên li herêmên dagirkirî pêk tên, red dikin û bang li UNICEF û hemû rêxistinên têkildarî mafên mirovan û jinan li cîhanê, bi taybet NY`yî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û erka xwe ya exlaqî û qanûnî pêk bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên banga bidawîkirina tundiya li dijî jinan dikin, bi dawî bû.

(dx)

ANHA