Di bomebebarana li Kobanê de 3 sivîl şehîd bûn

Di êrişa hawayî ya dewleta Tirk a dagiker a li bajarê Kobanê de 3 sivîl şehîd bûn.

Di bomebebarana li Kobanê de 3 sivîl şehîd bûn
23 cotmeh, 2021   16:14
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker vê êvarê bi balafireke bê mirov erebeyeke sivîlan li bajarê Kobanê bombebaran kir. Êriş li ser rêya Kobanê-Heleb pêk hat. Di encamê de 3 sivîlên ku di erebeyê de bûn şehîd bûn.

Nasnameya şehîdan nehat naskirin.

Roja çarşema borî, balafira dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan da, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 birîndar bûn.

ANHA