Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin

Meclisên navçeyên herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku mil bi mil li dijî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên herêmê bisekinin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku qada hawayî ji balafiran qedexe bike.

Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
23 cotmeh, 2021   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de meclisên navçeyên herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi daxuyaniyên cuda ev êriş û gef şermezar kirin.

DÊRIK

Bi dehan endamên meclisa navçeya Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl li ber avahiya navçeya Dêrikê kom bûn û daxuyanî da, daxuyanî ji hêla endamê meclisa navçeyê Hesen Hemze ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êriş û gefên dawî yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku faşîzma Tirk rojane sivîlan bombebaran dike û pabendî agirbestê nabe. Her wiha bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên têkbirina ewlehî û aramiyê herêmê.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa navçeya Girkê Legê daxuyaniyek li ber navenda meclisê da. Daxuyanî ji hêla endamê meclisê Xalid Osman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de helwesta hêzên garantor ên agirbestê ji ber êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk li pêş çavê hêzên garantor êrişan pêk tîne, bê ku ev hêz tu helwestan nîşan bidin." Her wiha bang li hêzên gerantor hate kirin ku qada asîmanî ya herêmê ji balafiran qedexe bike.

TIRBESPIYÊ

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi beşdarbûna bi dehan şênî û pêkhateyên navçeyê bi daxuyeniyekê êriş û gefên dewleta Tirk şermezar kir. Daxuyanî ji hêla Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeyê Nalîn Temo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş û binpêkirinên ku tên kirin asta kîn û nefreta dewleta Tirk a li hemberî her kesê ku li çand û olên cihêreng, azadî, aştî li welatekî demokratîk xwedî derdikeve derbas kiriye. Her wiha bang li Rûsî û Amarîkî yên garantor hat kirin ku berpirsyariyên xwe li hemberî gelê herêmê bigire û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bisekinin.

ÇILAXA

Di heman çarçoveyê de, meclisa navçeya Cilaxa di daxuyaniyekê de komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Daxuyanî ji hêla Cîgirê Herokatiyê Yûnis Ebdulfetah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike, ku armanca wê valakirina herêmê ji niştecihên wê ji bo hêsankirina pêvajoya dagirkeriyê.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak jî daxuyaniyek hate dayîn, daxuyanî ji hêla endamê meclisa navçeyê Wenas El-Ebdullah ve li ber hola şehîdan a taxa Xerbî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê hate şermezarkirin û wekî kiryareke dûrî mirovahiyê û sedema alozî û nearamiyê, hat binavkirin.

HESEKÊ

Meclis û saziyên bajarê Hesekê di heman çarçoveyê de daxuyaniyek li ber avahiya meclisa kantonê da. Daxuyanî ji hêla hevserokê meclisa navçeyê Remezan Fetah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê û hate diyarkirin ku ev bomebebaran ji bo rakirina tola DAIŞ'ê ye, di heman demê de ji bê têkbirina ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş e.

Di daxuyaniyê de bang li koalîsyona navneteweyî, Rûsya û civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û rawestandina terora wê ya li dijî gelên herêmê, berpirsyariyên xwe bigirin û helwesteke cidî nîşan bidin.

TIL TEMIR

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê  li pêşiya navenda Meclis Malbatên Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla yek ji rêvberiyên komîteya perwerdê ya navçeyê Ridwan Xelef ve hat xwendin.

Şêniyên navçeyê di daxuyaniyê de, êrişên dewleta Tirk ên domdar û hedefgirtina dawîn li dijî bajarê Kobanê, wekî ragihandina şer li dijî gelên herêmê li pêşiya hêzên garanront û cîhanê, binav kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û sûcên wê bisekine.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê li pêşiya saziyên kehrebeyê daxuyanî da. berpirsiyar dît. Daxuyanî ji hêla hevserokê meclisa navçeyê Rustem Bekir ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku civaka navneteweyî berpirsê binpêkirinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin e.

Her wiha hate gotin, armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehiya herêmê ye, nemaze piştî ku li herêmê gavên mezin di qada dîplomasî de hate avêtin û çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ji bo AKP'ê, lîderê ruhanî yê Îxwan El-Muslimîn, DAIŞ û Erdogan derbeyek bû."

ŞEDADÊ

Meclisa navçeya Şedadê bi daxuyaniyek cuda bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bîne û sûcên dewleta Tirk di nava sûcên şer de bi nav kir.

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firat daxuyaniyek bi zimanê kurdî da. Daxuyanî ji hêla Azad Mehmûd ve li navenda meclisê li bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan û endamên meclisê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk hebûna xwe bi rijandina xwînê diparêze. Her wiha destnîşan kir ku eger ne ji kesên xayîn be, gelên herêmê rastî van êrişan nedihat.

Di daxuyaniyê de, xiyaneta PDK'ê ji doza kurdî re û hevkariya wê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla û redkirina redestkirina cenazeyên 5 şehîdan bo malbatên wan hat şermezarkirin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wekî malbatên şehîdan ên Kobanê daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan bo malbatên wan dikin û bang li PDK'ê dikin ku dev ji xiyanetê berde."

 (dx)

ANHA