Li Dêrazorê li dijî rûspiyekî êriş

Li gundewarê Dêrazorê di êrişeke çekdarî de rûspiyekî eşîra El-Bû Salih birîndar bû û birayê wê hate qetilkirin

Li Dêrazorê li dijî rûspiyekî êriş
23 cotmeh, 2021   13:09
DÊRAZOR

Kesên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûn rûspî Mihemed El-Esed El-Bedir û birayê wê Hemîd El-Esed El-Bedir gulebaran kirin.

Êriş li ser rêya Cezra Bû Hemîd ê gundewarê rojavayê Dêrazorê pêk hat, di encamê de Hemîd El-Esed El-Bedir hate kuştin û birayê wî Mihemed El-Esed El-Bedir birîndar bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Mihemed El-Esed El-Bedir ji eşîra El-Bû Salih a girêdayî Qebîleya Begara ye.

ANHA