​​​​​​​Helbestvan Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn

Helbestvanê Kurd seydayê Cegerxwîn di salvegera 37'an a wefata xwe de, li ser gora xwe hate bi bîranîn.

​​​​​​​Helbestvan Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
22 cotmeh, 2021   15:21
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 37`emîn a wefata helbestvan, wêjevan û siyasetmedar Kurd Cegerxwîn, merasîmekê li ser gora wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin .

Bi dehan nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, helbestvan û rojnamevan û hezkiriyên wêje helbestvan Cegerxwîn li ser gora wî bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pêkir. Paşê hejmara yekemîn a kovara Ara ya zarokan a ku  ji aliyê kompanya Ararat ve hate derxistin li beşdaran hat belavkirin.

Di merasîmê de Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd axivî û diyar kir ku helbestvan Cegerxwîn helbestvanê karker, hezker û şoreşgera ye ku bi saya helbestên wî gelek hunermendên Kurd helbestên wî kirine stran.

Qadir Egîd bal kişand ser mijarên helbestên Cegerxwîn û got: “Divê ji bo gotina wî;Heke hûn nebin yek hûn ê her in yek bi yek, em wek nivîskar xebatê hevgirtina destê hev hîn xurtir bikin.”

Merasîm bi xwendina helbestên Cegerxwîn bi dawî bû.

 (sb)

ANHA