Hikumeta Şamê gefa êrişê li bajarê Hîrak xwar ger çekan radest neke

Hêzên hikumeta Şamê gefa êrişê li şêniyên bajarê Hîrak ê gundewarê rojhilatê Derayê xwar, ger li gorî peymana "Çareserkirina rewşan" hejmara çekên tê xwestin radest nekin.

Hikumeta Şamê gefa êrişê li bajarê Hîrak xwar ger çekan radest neke
22 cotmeh, 2021   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gefên êrişê li şêniyên bajarê Hîrak ê gundewarê rojhilatê Derayê xwar, ger li gorî peymana "Çareseriyê" a hejmara çekên tê xwestin radest nekin.

Hêzên hikumeta Şamê duh bi şev bombeyên ronahiyê avêt asmanê bajarê Hîrak da ku zextê li welatiyan bike ku çekan radest bikin.

Şêniyên Hîrak bang li zarokên bajarê yên li derveyî welêt kir ku çekan bikirin û radestî hikumeta Şamê bikin.

SOHR`ê roja çarşemê ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê ji rûspiyên bajarokê Alma yê gundewarê rojhilatê Derayê xwest ku 15 çekên ferdî radest bikin, ger hejmara çekên tê xwestin radest nekin, dê bajêr topbaran bike. Li ser vê yekê bi rêya mizgeftên bajarokê Alma bang li welatiyan hate kirin ku pereyan kom bikin da ku çekan bikirin û radestî hikumetê bikin.

(eh)