Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Hemze û Faris re xwest

Şêniyê bajarê Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Hemze Hemze û Faris Mezî re xwestin.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Hemze û Faris re xwest
22 cotmeh, 2021   13:24
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên Hemze Hemze û Faris Mezî re yên 20' Cotmehê di êrîşa balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn xwestin.

Konê sersaxiyê li gundên Boxaz û Korek ên başûrê bajarê Kobanê hate venda.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Kongrya Star a bajarê Kobanê Edle Bekir got: "Em bejna xwe li berî şehîdên ku bi îxanet hatine hedefgirtin ditewînin. Em îxaneta ku li dijî gelên herêmê tê kirin şermezar dikin."

Edle Bekir anî ziman ku berdêla azadiyê giran e û ji bo bidestxistina wê yekê dê berdêlên herî giran bidin, her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl got: "Her kes dizane ku ev ne cara yekemîn e ku sivîl tên hedefgirtin. Destpêkê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra ve rastî êrişan hatin, lê dewleta Tirk têk çû û bi van hedefgirtinan dixwaze bigihêje armancên xwe."

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk careke din rûyê xwe yê rast nîşan da, piştî ku herêmên Sûriyê dagir kir hewl dide zêdetir axên Sûriyê dagir bike û ev yek ji gefên dawî yên li ser gelên herêmê jî diyar dibe.

(dx)

ANHA