Pûtîn û Benet li Soçî bi hev re civiyan

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro li Soçî bi serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet re civiya. Di civînê de heru aliyan destnîşan kir ku derbarê rewşa Sûriyê de berjewendiyên wan ên hevbeş hene.

Pûtîn û Benet li Soçî bi hev re civiyan
22 cotmeh, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Pûtîn îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê di civîna bi Benet re, têkiliyên di navbera herdu welatan de erênî nirxand û destnîşan kir ku di rewşa Sûriyê de hin xalên hevbeş di navbera Rûsya û Îsraîlê de hene, nexasim di mijara şerê terorê de.

Pûtîn wiha got: “Wekî hûn jî dizanin, hewldanên me yên vegerandina serweriya dewletê li Sûriyê hene. Di gelek mijaran de nakokî di navbera me de hene, lê belê xalên hevbeş û derfetên hevkaiyê jî hene, bi taybetî di mijara têkoşîna li dijî terorê de. Bi giştî gelek mijar hene divê em nîqaş bikin.”

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet diyar kir ku niyeta wan a nîqaşkirina geşedanên li Sûriyê û hewldanên rawestandina pêşketina bernameya nukleerê ya Îranê, bi Rûsyayê re hene.

(cx)