​​​​​​​Şêxmûs Ehmed: Girtina dergehê Til Koçer bandoreke neyînî li koçberan dike

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY’yî, Konserya Ewlehiyê ya NY`yî û Yekitiya Ewropayê kir ku ji nûve dergehê Til Koçer vekin da ku madeyên bingehîn û alîkarî derbasî herêmê bibin.

​​​​​​​Şêxmûs Ehmed: Girtina dergehê Til Koçer bandoreke neyînî li koçberan dike
22 cotmeh, 2021   09:27
REQA-RUBA EL-ELÎ

Tevî bangên dubare yên Rêveberiya Xweser li NY'yî ku dergehê Til Koçer vekin jî, lê hêzên herêmî û navneteweyî yên hegemon di serî de jî dewleta Tirk ji bo parastina berjewendiyên xwe qebûl nakin ku dergeh li pêş alîkariyên mirovî û tevgera aboriyê werin vekirin.

Li ser vê yekê, hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed wiha got: "Li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya teng gelek şênî hene. Li hember wê yekê rêxistinên mirovî herêmên me paşguh kirine, nemaze li gel berbelavbûna vîrusa Koronayê ku bandoreke neyînî ya mezin li niştecihên kampên penaber û koçberan kiriye."

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser gelek tedbîrên xweparastinê li hember berbelavbûna Koronayê li kampan girtin û wiha pê de çû: " Lê rêxistinên cîhanê bi taybet WHO’yê di pêşkêşkirina dermanên guncaw de, bi taybet derzî ku divê ji koçberên li kampên herêmê re werin peydakirin xemsar in."

Têkildarî tedbîrên ku nivîsgehê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê girtine, Ehmed da zanîn ku wan tevgera ketin û derketina ji kampan sînordar kiriye, li kêlek wê jî heke pêkteyên vîrusê çêbibin li her kampekê navendên karantînayê hatine vekirin, ji şêniyên li kampan ji vê nexweşiyê hişyar kirine.

Ehmed ev tişt got: "Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya komîteyên li herêmê ku çavdêriya kampan dikin bi awayekî dorveger xizmetên bingehîn pêşkêş dikin. Ji ber ku rêxistinên navneteweyî bi taybet NY’yî rewşê paşguh dikin."

Derbarê rewşa kampan bi hatina zivistanê re, Şêxmûs Ehmed wiha got: "Bi hatina zivistanê re, me rewşa kampan û pêdiviyên koçberan şopand. Li ser vê yekê me lîste amade kirin da ku em mazot û gazê bidin û konên kevin bi yên nû biguherînin, nivîn, cilên zarokan û dermanên guncaw ên nexweşiyên giran pêşkêş bikin.”

Têkildarî girtina dergehê Til Koçer jî Ehmed ev tişt anî ziman: "Girtina dergehê Til Koçer bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bû, wê demê Rûsya ji bo berjewendiyên hikumeta Şamê û ya dewleta Tirk veto bi kar anî. Di encamê de bandoreke neyînî li niştecihên kampan kir. Ji ber dergehê Til Koçer damara sereke ya derbasbûna alîkariyên mirovî ji derve ber bi herêmê ve ye."

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi awayekî berdewam plan û bernameyên altarnatîf datîne.

Ehmed bang li aliyên têkildar û di serî de NY’yî, Konseya Ewlehiyê ya NY, YE’yê û dewletên Ereban kir ku fişarê li dewletên ku wan dewletan bikin yên ku welatiyên wan li kampa Holê ne û ji malbatên DAIŞ’ê ne û wan vegerînin yan jî piştevaniya Rêveberiya Xweser ji aliyên siyasî, manewî, madî û lojistîkê ve bikin da ku karesateke mirovî û ewlehî çênebe.

Di dawiyê de Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji nûve dergehê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên mirovî vekin da ku barê Rêveberiya Xweser sivik bibe û rê li karesateke mirovî bigirin.

(fr)

ANHA