Şêniyên Kobanê: Tirkiyê û alîgirên wê nikarin vîna me bişkînin

Şêniyên Kobanê yên ku beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Hemze û Faris bûn, diyar kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin û dewleta Tirk bi van êrişan nikare îradeya wan a xurt têk bibe.

Şêniyên Kobanê: Tirkiyê û alîgirên wê nikarin vîna me bişkînin
21 cotmeh, 2021   18:02
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Welatiyan di merasîma şehîd Hemze Hemze û Faris Remzî de nêrînên xwe parve kirin.

Têkildarî êrişa dawî ciwanê bi navê Elî Eto yê ji bajarê Kobanê got: "Dewleta Tirk a faşîst sivîlên li Kobanê hedef girt û em ciwanên Kobanê van êrişên dijminane şermezar dikin. Her wiha ji dewleta Rûs dipirsin ku gelo karê we li vir çi ye ku hûn nikarin êrişên Tirkiyê yê li dijî sivîlan red bikin."

Elî Eto soza berdewamkirina têkoşînê da û ev lê zêde kir: "Çiqasî dewleta Tirk hewl bide ew ê nikaribe vîna gelên me bişkîne, çi dibe jî em dev ji xeta şehîdên xwe bernadin, ji ber ku em bi saya berdêlên wan tê dikoşin û dijîn."

Li aliyekî din welatiya bi navê Xedîcê Mihemed a ji bajarê Kobanê êrişên dawî yê li dijî Kobanê şermezar kir û wiha dewam kir: "Em soza berdewamkirina têkoşînê didin, îradeya gelê Kurd bi van êrişên Tirkiyê yê hovane naşkê, lê belê bi hezaran rêya şehîdan dişopînin."

Têkildarî bêdengiya rûsî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk, Xedîcê da zanîn ku hevkariya wê ya ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê diyar e, lê ew ê heta serkeftinê têkoşînê berdewam bikin.

Welatiya bi navê Salha Elî ya ji taxa Kaniya Kurdan a Kobanê jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar û got: "Çima êrişên hovane li dijî sivîlan pêk tînin?"

Salha Elî ev li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Rûsya bi sîfeta ku dewleteke garantor e û aştiyê misoger dike li herêmê ye, lê me tu aştî nedît, berovajî vê yekê bi dewleta Tirk re komkujiyan pêk tîne. Ji lew re em bang li wê dikin ku ji vir derkeve ji ber ku bi erka xwe ya li hemberî gelên me ranabe û ewladên me li ser destên wê şehîd dikevin."

Salha Elî di dawiyê de diyar kir ku gelê herêmê dikare herêmên xwe îdare bike û parastina xwe jî bike, tu pêwîstiya wan bi aliyên îdiaya aştiyê dikin tune ye.

Welatiyê bi navê Faris Etê yê ji bajarê Kobanê got: "Li Rojhilata Navîn modela Rêveberiya Xweser a yekem e û di hemû qadan de gelek pêşketin bi dest xistine, ji lewma dewletên herêmê hewldana têkbirina vê modelê dikin ji ber ku li ser desthilata xwe xeter dibînin, ji wan dewleta Tirk a faşîst ku bi hemû rêbazan hewldana derbekirina vê rêveberiyê dike."

Faris Etê îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewldana têkbirina îradeya gelê herêmê dike, lê bi bin dikeve ji ber ku vî gelî rêya azadiya xwe nas kiriye û bi şehadeta her şehîdekî kîna wan li hemberî dijmin zêdetir dibe.

Faris Etê di dawiyê de got dîroka dewleta Rûs diyar e, heta niha ji bo doza Kurdan tu tişt nekirîye, lê nikare armancên xwe pêk bîne ji ber ku ev gel xwedî îradeyeke xurt e.

(eh)

ANHA