Dayikên Aştiyê: Heya ku em cenazeyên şehîdan wernegrin wê çalakiya me bidome

Piştî hêzên PDK`ê agahî da Dayikên Aştiyê ku ew ê peyama wan ji aliyê peywendîdar ên li Başûrê Kurdistanê re ragihînin, dayikan li pêşiya çalakiya konvedanê ya dergeha Sêmalkayê daxuyaniyek da.

Dayikên Aştiyê: Heya ku em cenazeyên şehîdan wernegrin wê çalakiya me bidome
21 cotmeh, 2021   15:59
QAMIŞLO

Dayikên Aştiyê di roja 18`emîn a çalakiya konvedanê de ya bi armanca radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cudî de, li pêşiya kon kom bûn.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin: "Em keda dayik û malbatên ku li pêşiya konê rûmetê li ber xwe didin silav dikin. Heta ku em cenazeyên şehîdan wernegirin wê çalakiya me bi dawî nebe."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev cara duyemîn e ku PDK'ê nahêle dayikên aştiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da ku nameya xwe bidin desthilatdariya Başûr û wiha hate goin: "Heke cenaze di destên faşîzma Tirk de ye em ji wan naxwazin, lê cenazeyên her du şehîdan di destên birayên me de ne û diviyabû ku merasîm ji wan re li dar xisitbûna, ne ku radestî malbatên wan nekin.

Dema me daxwazên xwe pêşkêş kir, PDK`ê nameya me qebûl nekir ku ev cara duyemîn red dike, lê soz dan dayikên aştiyê ku ew ê peyama wan roja şemiyê qebûl bikin û radestî aliyên peywendîdar bikin, piştre dê bi rêya têkiliyên dergehê encam werin ragihandin.

Dayikên Aştiyê ew ê çalakiya xwe ya aştiyane heta radestkirina cenazeyan a ji malbatên wan re, berdewam bike û astengiyên li pêşiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî û jiyana hevbeş li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rakin."

(eh)

ANHA