Li Qamişlo şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bi bîranîn

Cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon û Cotmehê bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo hatin bi bîranîn.

Li Qamişlo şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bi bîranîn
Li Qamişlo şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bi bîranîn
Li Qamişlo şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bi bîranîn
Li Qamişlo şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bi bîranîn
21 cotmeh, 2021   15:02
QAMIŞLO

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Mabatên Şehîdan ve hat lidarxistin. Di merasîmê de bi dehan malbatên şehîdan, endamên Meclisa Gel a bajarê Qamişlo, TEV-DEM, hêzên leşkerî û hevalên şehîdan amade bûn. Malbat bi rakirina wêneyên şehîdên xwe  derbasî goristanê bûn.

Merasîm ê bîranîna 194 şehîdan bû, ew şehîd di dîrokên cuda de di encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û operesyonên li dijî DAIŞ`ê de şehîd bibûn. Di nava şehîdan de nûçegihanê ajansa me ANHA`yê jî şehîd Hogir Mihemed hat bibîranîn.

/kr/uploads/files/2021/10/21/150454_-.webp

Di merasîmê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û hemû şehîdên azadiyê û berxwedana rûmetê bi bîranî û got: "Rojane em bi şehîdên xwe û felsefeya xwe re dijîn. Şehîdan bi vê felsfeyê jiyaneke azad û bi rûmet ji me re ava kirine. Em çi qasî bi van nirxan re dijîn, bi qasî wê em xwedî li nasnameya azad û vîna azad derdikevin, ji ber ku berxwedan û tekoşîna me ji bo bidestxistina jiyanek azad û bi rûmet e. “

Xerîb Hiso bal kişand ser êrişên li hemberî jiyana azad û wiha got: “Vîna ku xwe dispêre felsefeya rêber Ocalan li hember her bûyerî xwedî rol û helwest e, dewleta Tikr rojan e hewl dide me dûrî xaka me bixe, çand, exlqa û mirovahiya me qebûl nake ji ber ku dijmin e. Dewleta Tirk bi hemû destkeftiyên xwe li beramberî me disekin e da ku em nigihêjin azadiya xwe.”

Merasîm bi xwendina navên şehîdan û bi sloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(sb)

ANHA