​​​​​​​Parlementerekî Îtalî bikaranîna çekên kîmyewî xiste rojeva parlementoyê

Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan çekên kîmyawî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da parlementoyê.

​​​​​​​Parlementerekî Îtalî bikaranîna çekên kîmyewî xiste rojeva parlementoyê
21 cotmeh, 2021   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da parlementoyê  û diyar kir ku hikumeta Tirk ji ber ku peymanên navneteweyî bi awayekî sîstematîk bin pê dike, berpirsyar e.

Palazzotto pirs ji Wezaretên Karên Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û diyar kir dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike.

Parlementer bal kişand ser sûcên şer ên wekî kuştinên di salên 1990’î de, îşkence, şewitandina gundan û dagirkeriya di sala 2018’an de ya li ser Efrîn û Girê Spî bi bîr xist û diyar kir li Rojava çekên kîmyewî yên wekî fosfora spî tê bikaranîn.

Palazzatto diyar kir ku ji 23’yê Nîsana 2021’an û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê êrişên dagirker didome û li Metîna, Zap û Avaşînê çekên kîmyewî tên bi kar anîn.

Palazzatto diyar kir ku hikumeta Tirk ji binpêkirina sîstematîk a peymanên navneteweyî berpirsyar e.