Çeteyên "Fetih El-Mûbîn"nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Hema û Idlibê topbaran kirin

Çeteyên "Fetih El-Mûbîn" bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê kirin. Di heman demê de êrişî nuqteyên gundewarên rojavayê Hemayê jî kirin.

Çeteyên "Fetih El-Mûbîn"nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Hema û Idlibê topbaran kirin
20 cotmeh, 2021   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên "Fetih El-Mûbîn" bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmên Dana, Xan El-Sibil, Dadîx û Til Ruman kirin, her wiha êrişî nuqteyên li gundewarên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê û nuqteyên rojavayê Hemayê kirin. Heta niha agahiyên derbarê windahiyan de tune ne.

Ev êriş piştî êrişên vê sibehê yên hêzên hikumeta Şamê li dijî bajarê Erîha yê başûrê Idlibê, pêk hat. Hêzên hikumeta Şamê ji nuqteyên xwe yên li Xan El-Sibilê yê li başûrê Seraqibê êriş kir, di encamê de 13’ê kes hatin kuştin, di nav wan de jî 4 zarok û jinek hene.

(eh)