Ciwanên Reqayê hişyarî da: Penaberî ji rêbazên şerê taybet e

Endamên Meclisa Ciwanên Reqayê li ser encamên penaberiyê hişyarî da û got, yek ji rêbazên şerê taybet e ku bi rêya hedefgirtina ciwanan li ser gelên herêmê tê meşandin.

Ciwanên Reqayê hişyarî da: Penaberî ji rêbazên şerê taybet e
17 cotmeh, 2021   06:42
REQA -EHMED ESAF

Hin aliyên herêmî hewl didin ku herêmê ji ciwanan vala bike da ku armancên xwe pêk bînin, projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û destkeftiyên gelan derbe bikin. Vê yekê bi rêya teşwîqkirina ciwanan li ser terikandina welat û çûna ber bi Ewropayê ve dikin.

Endamên Meclisa Ciwanên Reqayê bang li hemû ciwanên ku difikirin ji welat derkevin kir û gotin: "Şiyar bin, ji ber ku penabertî ji bilî bindestî û îhanekê tiştekî din bi xwe re nayîne. Kesên ku propogendaya wê dikin ew bi xwe ne ku kuştin û binpêkirinan dikin û armancên wan êdî ji gelê Sûriyê re eşkere bûne."

Ela El-Ehmed bal kişand ser rola mezin a ciwanan di avakirina civakê û pêşxistina wê ji hemû aliyan de û got: "Dewletên ku dixwazin her civakekê hilweşînin berî didin ciwanên wê, propagendayan dikin ku jiyaneke xweş li Tirkiyê û Ewropa heye, lê bi vê yekê dixwazin ciwanan teşwîq bikin ku biçin wan welatan, da ku herêmê ji ciwanên wê vala bikin."

Ela El-Ehmed bi domdarî got: "Em ciwan divê em ji bo jinûve avakirina herêmê, parastin û pêşxistina wê bixebitin. Penabertî mijareke neyinî ku her tiştî dirûxîne. Ev yek armanca dewletên dijber e."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Kewser El-Elî diyar kir ku derketina ji welat xizmeta dewletên dijberê gelê Sûriyê dike û got: "Em nikarin penabertiyê li ber tu kesî qedexe bikin, lê ev mijar ne erênî ye, berovajî vê ye, penabertî xizmeta dewletên desthilatdar ên dijberên gelê Sûriyê dike, armanca wan dewletan ew e ku herêmê ji enerjiya ciwanan vala bikin."

Kewser El-Elî bûyerên qetilkirin û talankirinê yên rastî bi dehan ciwanên Sûrî li ser sînorê dewleta Tirk tê bi bîr xist û diyar kir ku armanca dewleta Tirk zelal e, ew e ku herêmê ji ciwanan vala bikin, an wan qetil bike.

(dm)

ANHA