Kerkûk berdêla siyaseta PDK`ê ya şaş e

Beriya 4 salan PDK’ê, beriya rojekê ji rizgarkirina Reqa bi destê QSD’ê, Kerkûk radestî hêzên Heşid El-Şebî û artêşa Iraqê kir. Li ser vê yekê nivîskarê Kurd got, li gel hêzên Başûrê Kurdistanê helwestên welatparêziyê tune ne, divê gel li dijî xiyanetê li ber xwe bide.

Kerkûk berdêla siyaseta PDK`ê ya şaş e
16 cotmeh, 2021   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Kerkûk bajarê 5’ê yê mezin li Başûrê Kurdistanê ye û serjimariya wê milyonekî derbas dike, bi 250 kîlometre dûrî bakurê paytexta Iraq Bexdayê ye, tê de petrol pir e û depokirina wê ji tevahî berhema petrola Iraqê ji sedî 40 e û gaza xwezayî jî ji sedî 70 ye. Her wiha tê texmînkirin ku petrola li zeviyên Kerkûkê zêdetirî 10 milyar bermîl e û niha zêdetirî 750 hezar bermîl rojane tê derxistin.

Mûzaîka civakî ya Kerkûkê ji Kurd, Tirkmen, Ereb, Keldan, Asûr, Cihû û Aramiyan pêk tê.

Di serdema Sedam Hisên de ev bajar rastî siyaseta erebkirinê hat û PDK’ê di 16’ê Cotmeha 2017’an de radest kir. Bi wê re ji zêdetirî ji sedî 51 rûbera xaka Başûrê Kurdistanê winda kir û tevahî bîrên petrolê yên li herêmên nakok ji bin serweriya Kurdan bi der ketin.

Beriya radestkirina Kerkûkê civîneke veşartî di 1’ê Hezîrana 2014’an de li paytexta Urdinê Emanê di navbera dewleta Tirk, DYA’yê, PDK’ê, Erebistana Siûdiyê û Îsraîlê de li dar ketibû.

Piştî 9 rojan ji wê civînê re, Mosil di nava 3 saetan de kete destê DAIŞ’ê, piştre jî Til Efer û Şengal ku DAIŞ’ê dagir kir û tê de komkujiyên hovane pêk anîn, ketin destê DAIŞ`ê.

Di dema ku artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê li ser Mosilê serwer bûn de, çeteyên DAIŞ’ê êriş kir, ji Şengalê reviyan û êzidî rûbirûyî mirinê hiştin. Bi wê re hêzên gerîla derbasî Şengalê bû û parastina wê kir û rizgar kir. Her wiha li gorî madeya 140 a destûra Iraqê Kerkûk, Mexmûr û hwd herêmên bi nakok in, lê DAIŞ derbasî wan herêman jî bû. Wê yekê jî rûyê rastîn ê PDK’ê û windakirina piştevaniya gel derxistin holê.

Serokê ne destûrî Mesûd Barzanî (ji ber ku serokatiya wî ne qanûnî bû, parlamentoyê ew ji kar rawestandibû û PDK’ê her tişt kontrol dikir) referandoma serxwebûnê ragihand.

Barzanî ji wê yekê xwest peyamekê bide ereban ku Kurd parçebûnê dixwazin, da ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku êdî pêkhateyên wê bi hev re têkoşîneke hevbeş li dijî DAIŞ’ê raber dikir, derbe bike. Her wiha kiryara radestkirina Kerkûkê ji Heşid El-Şebî û artêşa Iraqê re bi rasthatina ragihandina QSD’ê ya rizgarkirina tevahî Reqayê ji DAIŞ’ê di 17’ê Cotmeha 2017’an de pêk hat. Ev gav jî ji bo qelskirina rola Kurd a aktîf di şerê li dijî DAIŞ’ê û kêmkirina serkeftinên QSD’ê de pêk hat.

HÛRGILIYÊN VEKIŞÎNÊ

Di saetên berbanga 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraqê û hêzên Heşid El-Şebî êrişî nuqteyên hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûk, Xormato, Daqûq û Hewîca kirin. Piştre fermandarên Başûrê Kurdistanê ferman da pêşmergeyan ku ji herêmên ku tê de bi hezaran şervan di oxira parastina wê de li hember çeteyên DAIŞ’ê daye de, vekişin.

Hêzên pêşmerge ber bi başûrê rojhilata Kerkûkê ve vekişîn û li nêzî bajarokê Qere Hencîr satir bilind kirin. Ji aliyê başûr ve jî pêşmerge heta bi bajarokên Teqteq û Berdî ve vekişîn, her wiha li ser sînorê bajarokê Xormato ber bi bajarokê Zenane ve vekişîn.

Bi hezaran niştecihên li herêmên binakok ji ber êrişê û tirsa li ser jiyana xwe neçarî koçberiyê bûn.

Di roja piştî wê re, anku 17’ê Cotmehê artêşa Iraq û Heşid El-Şebî hemleya xwe berdewam kir û herêmên Şengal, Xaniqîn, Kuwala û bajarokê Dobiz ê Kerkûkê xist bi serweriya xwe.

Di heman rojê de artêşa Iraqê, piştî ku pêşmerge vekişîn, parêzgeha Mexmûrê kontrol kir û şêniyên Mexmûrê neçar man careke din koçber bibin, piştî ku cara yekemîn ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûbûn. Vê carê koçberî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bûn. Li aliyekî din jî pêşmerge ji herêma Beşîqe û herêmên di bin serweriyha wê de yên Şengalê vekişîn û radestî artêşa Iraq û Heşid El-Şebî kirin.

‛NE VEKIŞÎN E, REV E’

Li ser vê yekê nivîskar Letîf Fatih Ferec wiha got: "Derketina PDK’ê ji Kerkûkê ne vekişîn bû, lê têkçûn û reva ji Heşid El-Şebî bû. Sedem jî ne tenê referandom bû, lê sedem nakokiyên Kurdî yên di navbera PDK’ê û YNK’ê de li ser dahatûyên petrol û birêvebirina Kerkûkê bûn. Ji wê zêdetir jî nakokiya wan li ser madeya 140 a destûra Iraqê bû. Bi wê re em dikarin bibêjin ku sedema sereke referandoma ku ji bo razîkirina dewleta Tirk pêk hatiye, bû."

‛ROLA TIRKIYE Û ÎRAN JI BO TEŞWÎQKIRINA LI SER KERKÛKÊ DIYARKER BÛ’

Rola hêzên derve di teşwîqkirina Bexdayê ji bo serwerîkirina Kerkûkê de diyarker bû, li ser vê yekê Ferec wiha domand: "Rola hêzên derve di rev û vekişîna PDK’ê ji Kerkûkê de diyarker bû, bi taybet dewleta Tirk û Îranê hikumeta Iraqê teşwîq dikir ku Kerkûkê kontrol bike, her wiha bêdengiya Amerîka, Fransa û Brîtanya jî li hember vê yekê hebû. Mîna referandom sedem bû, teşwîqkirina dewleta Tirk û Îranê jî sedemeke din bû."

Ferec  da zanîn ku siyaseta vekişînê xizmeta dijminên Kurd û şovenîstên ereb û tirk kir û rola PDK’ê di vê yekê de ya bingehîn be. Lê tu rol an jî helwesteke exlaqî yan jî helwesteke siyasî û neteweyî ya partiyên Kurd ên li herêmên Kurdistanê li dijî xiyanet û paşguhkirina civaka Kurd li herêmên binakok de û li dijî xiyaneta pêşmergeyan li Şengalê tune bû.

KIRYARÊN GUHARTINA DEMOGRAFÎK Û SIYSETA EREBKIRINÊ

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an, kurdên li Kerkûkê ji hêla desthilatên Kerkûkê bi rê ve dibirin rastî siyasetên nijadperestiyê hatin. Di encamê de bi sedan malbatên resen ji gund û bajarokên derdora bajêr koçber bûn, li kêleka wê jî hin aliyên parêzgeh kontrol dikirin destên xwe danîn ser zeviyên çandinî, mal û milkan. Ew yek jî şêweyekî ji guhartina demografîk bû.

Li ser rewşên ku Kerkûk niha dijî, Ferec wiha anî ziman: "Li herêma Kerkûkê rojane siyaseta erebkirin û koçberkirinê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û Heşid El-Şebî ve, bi taybet li dijî gundên Kurd; Dibis, Wartom, Koberî, Mexmûr û herêmên dîtir, pêk tên. Ev tevahî ji ber encamên siyaseta partiyên Kurd pêk tên. Partiya ku parastina gel û neteweya xwe û li ber xwe nade, lê belê parastina siyaset û berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk û Îranê re û koma baasiyên li Hewlêrê dijîn, dike."

Dîroka PDK’ê li hember gelê Kurd ji xiyanetê dagirtî ye. Êrişên artêşa Tirk ên bi tevkariya hêzên PDK’ê îsbata vê yekê ne. Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi tevkariya PDK’ê ji 23’yê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin û tê de çekên kîmyewî bi kar tînin û kemînan ji gerîlayan re vedigirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), êrişa herî dawî jî di şeva 28-29’ê Tebaxê de bû, di wê demê de hêzên PDK’ê ji 7 gerîlayên HPG’ê re dema ji Qendîlê diçûn Behdînanê, kemînek li herêma Xelîfan vegirt. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û tê texmînkirin ku yek hate dîlgirtin û yek jî vegerî nuqteya xwe.

Nivîskar Letîf Fatih Ferec wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê gelê Kurd li hember xayînan li ber xwe bide, parastina hêvî, çarenûs, xak û rûmeta xwe bike. Ji kurdan tê xwestin ku bizanin ka xeta xiyanetê çi ye û xeta welatparêziyê çi ye. Her wiha divê Kurd siyasetên dewletên cîran, siyaseta neteweya Kurd, siyaseta parastina nasname, xak û rûmetê jî nas bikin."

(fr)

ANHA