Rojnameya Ronahî derbasî sala xwe ya 11’an dibe

10 sal li ser damezirandina rojnameya Ronahî re derbas dibe. Di wan salên borî de rojnameya Ronahî gihaşt gelek mirovan. Endamê rêveberiya rojnameyê got: “Em dixwazin xwe bigihînin Sûriyê bi giştî.”

Rojnameya Ronahî derbasî sala xwe ya 11’an dibe
Rojnameya Ronahî derbasî sala xwe ya 11’an dibe
Rojnameya Ronahî derbasî sala xwe ya 11’an dibe
Rojnameya Ronahî derbasî sala xwe ya 11’an dibe
Rojnameya Ronahî derbasî sala xwe ya 11’an dibe
16 cotmeh, 2021   02:09
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li her çar parçeyên Kurdistanê hewldanên avakirina dezgehên ragihandinê her û her hatine kirin, lê hêzên desthildar jî hewl dida asteng bikin.

Yekemîn rojnameya kurdî di dîroka Kurdistanê de, bi navê ‘Kurdistan’ di 1898`an de li Misirê dest bi weşanê kir, lê ji ber zexta Osmaniyan rojnameyê tenê 8 salan dewam kir. Rojname li hin deverên Ewropayê geriya. Piştre di 1909`an de rojnameya Kurdistan hate girtin.

Di sala 2011`an de li Rojavayê Kurdistanê rojnameya Ronahî dest bi weşanê kir, tevî zextên hikumeta Şamê jî kar û xebatê wê rojnameyê berdewam kirin.

Îro 10’emîn salvegera yekemîn rojnameya rojane ya Rojavayê Kurdistanê anku Ronahiyê ye. Rojnameya Ronahî di 2011`an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dest bi weşanê kir.

Rojnameya Ronahî piştî salekê ji damezirandinê pêveka bi navê ‘Mizgîn’ (kovar) li Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokan weşand ku cara yekemîn bû ji bo zarokan kovarek dihat derxistin.

Dema rojnameyê dest bi weşanê kir, ked û xebateke mezin hate dayîn. Di şert û mercên wê salê de û li Sûriyê ku di bin destê hikumeteke zilhêz de pir zehmet bû ku rojnameyek dest bi karê ragihandinê bike.

Piştî demekê tîma rojnameyê neçar ma ji Helebê derkeve û berê xwe bide Qamişlo, Efrîn û Kobanê. Wê demê 2 navendên rojnameyê hatin avakirin; yek li Qamişloyê û ya din jî li Efrînê bû. Li van her du cihan hikumeta Şamê astengî derdixistin lê bi keda tîma rojnameyê û bi derfetên kêm ew astengî dihatin derbaskirin.

PÊŞKETINA ROJNAMEYÊ

Di hejmara 5’an de rûpelên bi zimanê kurdî lê zêde bûn û piştî sala 2015`an beşên kurdî û erebî ji hev hat cuda kirin. Her wiha kovara Mizgîn ku berê mehane bû, niha 15 rojan carekê tê weşandin.

Di 2018`an de anku sala rojnameyê ya 9`an de rojnameya Ronahî bû rojane; hefteyê 5 hejmar derdikevin. Piştre rojnameya Ronahî li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî Şengalê tê belavkirin. Bi demê re nûçegihanên rojnameyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn.

WEŞANEKE DEMOKRATÎK

Rojnameya Ronahî di şoreşa Rojava de bûbû jêdereke ragihandinê. Rojname bû dengê berxwedana gel li hemberî terora DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker, bi taybet tekoşîna jinan li dijî dijminan ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin.

Rojname mijarên civakî, çandî, siyasî, aborî, jin, werzîş, tenduristî, hwd dişopîne û weşana xwe li ser fikirê hevgirtina pêkhateyên herêmê, şopandina êş û azarên gelê herêmê, her wiha ragihandina pirsgirêkên şêniyan û hişyarkirina rêveberiya herêmê di hejmarên xwe de dike rojev.

Piştî 10 salan beşa erebî ya rojnameyê hezar û 20, beşa kurdî jî 900 hejmar li dûv xwe hiştine. Her wiha kovara Mizgîn jî 130 hejmar hatiye weşandin.

‘EM DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN GELÊ SÛRIYÊ BI GIŞTÎ’

Der barê salvegera damezirandina rojnameya Ronahî de endamê rêveberiya rojnameyê Ebdulrehman Mihemed ji ajansa me re axivî.

Ebdurehman Mihemed têkildarî armanca wan diyar kir ku armanceke sereke ya rojnameyê şopdariya heqîqetê ye û got: “Em dixwazin ji hemû cîhanê re rastiya jiyana gel ragihînin; ya din berxwedana ku gel di hundirê şoreşê de dike û derxistina rola hêzên me yên parastinê YPG, YPJ, HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bê çawa dikarin aramiyê derbasî herêman bikin.”

Mihemed wiha eşkere kir: “Wek hedefeke din, em dixwazin xwe bighînin gelê Sûriyê bi giştî û li ser medyaya dijîtal çalaktir bibin.”

Ebdurehman Mihemed da zanîn ku rojname bi gelek astengiyan re rû bi rû maye, wekî qedexekirina weşanê ji aliyê hêzên desthilatdar ve lê rojname piştî destpêkirina şoreşê bû dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dom kir: “Em bi israr in ku soza me daye şehîdên ragihandinê, em ê li ser rêya wan bimeşin û bibin şopdarên heqîqetê.”

Mihemed bal kişand ser armancên rojnameya Ronahî û got: “Weşana me li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e, bi taybet avakirina çanda biratiya gelan di nava pêkhateyan de ku em fikir û nêrîna şovenî ji gel dûr bixin.”

Ebdurehman Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo gel dikin, ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gelek astengî û komkujiyan hat, pir qurbanî dane.”

Ebdurehman Mihemed di dawiya axaftina xwe de silavên xwe ji şopînerên rojnameya Ronahî re şandin û salvegera 10`emîn li hemû xebatkaran pîroz kir û wiha got: “Cihê şanaziyê ye ku îro em 10 salan li pey xwe dihêlin. Em bi hêvî ne ku zêdetir karibin hêviyên gelê xwe pêk bînin.”

ANHA