Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê welatiyek revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundên navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî welatiyek revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê welatiyek revand
15 cotmeh, 2021   11:47
ŞEHBA

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Ebdo li gundekî navçeya Raco ya Efrînê revandiye û ber bi cihekî nediyar ve biriye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 13’ê Cotmehê de welatiyek ji gundê Mîskê yê navçeya Raco revandibû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandibû ku îstîxbarata dewleta Tirk û komên çete li gund û bajarokên Efrînê revandina welatiyan didomînin. Di nava 2 mehên dawîn de hejmara revandiyan gihaşt 302’yan ku di nava wan de 25 jin hene û 5 welatî jî hatin kuştin.

(dx)

ANHA