Serokwezîrê Îsraîlê 22`ê Cotmehê bi Pûtîn re dicive

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet 22'ê Cotmehê dê bi serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re bicive û dosyayên herêmî yên girîng û di serî de dosyaya nukleerê ya Îranê gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê 22`ê Cotmehê bi Pûtîn re dicive
12 cotmeh, 2021   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlînê piştrast kir ku tê payîn serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet di 22'ê Cotmehê de li Rûsyayê li hev bicivin.

Li gorî malpera Rûsya today, berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov îro bi civîneke çapemeniyê piştrast kir ku amadekarî têne kirin ku serokwezîrê Îsraîlê serdana Rûsya bike û bi serokê Rûsyayê re danûstandinan pêk bîne.

Ofîsa Benet jî bi daxuyaniyekê got: "Li ser vexwendina Pûtîn, dê serokwezîrê Îsraîlê roja înê serdana Soçî bike."

Her wiha hate diyarkirin ku di serdanê de wê herdu alî gelek dosyayên dîplomatîk, ewlehî û aborî yên têkildarî herdu welatan û dosyayên din ên herêmî û di serî de dosya nukleerê ya Îranê gotûbêj bikin.

Ji dema ku Benet di Hezîrana borî de hatî ser peywirê, ev cara yekemîn e dê bi serokê Rûsyayê re bicive.

(dx)