Kurdên li Lubnanê komploya navneteweyî şermezar kir

Kurdên li Lubnanê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî şeremzar kir û azadiya fîzîkî ya rêbertî xwest.

Kurdên li Lubnanê komploya navneteweyî şermezar kir
9 cotmeh, 2021   21:02
BEYRÛT

Bi sedan kurdên li Lubnanê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdulalh Ocalan çalakiyek li ber avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê li dar xist.

Di çalakiyê de wêneyên rêber Ocalan hatin hildan û diruşmeyên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/10/09/204653_24178c65-39fa-4f8d-88f6-a2635b95b2f5.webp

Bi navê kurdên li Lubnanê daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, komplo di şexsê rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevahê gelên Rojhilata Navîn ên azadîxwaz e.

Her wiha hate diyarkirin ku rêber Ocalan li dijî pergalên desthilatdar tê dikoşe û banga azadiya gelan û jiyana hevbeş dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BrbiopeZq_Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>