​​​​​​​Şêniyên kantona Hesekê: Bi komployê gelên Rojhilata Navîn kirin hedef

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê li dijî Komploya Navneteweyî û dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û derxistina dagirkeran ji Kurdistanê kir.

9 cotmeh, 2021   12:56
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de dest pê kir û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de pêk hatin, îro bi hezaran şêniyên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçe û bajarokên cuda xwepêşandan li dar xistin.

Li Hesekê û navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê bi hezaran şênî tevî endamên saziyên sivîl, partî, hêzên siyasî yên kurd, Ereb û Suryan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dar xist.

Di xwepêşandanê de beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û partiyên siyasî rakirin. Her wiha li dijî komployê û dagirkeriyê slogan berz kirin.

Li Hesekê xwepêşandan ji pêşiya Navenda Daîreya Kantonê dest pê kir. Xwepêşandana li navçeya Til Temirê jî ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê, li Dirbêsiyê jî xwepêşandan ji pêşiya navenda ciwanan dest pê kir.

Xwepêşandana li bajarê Hesekê li Qada Şehîd Serhad rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de partiyên siyasî û rûspiyên ereb axivîn.

‘BERXWEDANA ME DÊ HEMÛ KOMPLOYAN TÊK BIBE’

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif di mîtîngê de axivî û got: “9`ê Cotmehê ji bo gelên Rojhilata Navîn rojeke reş e. Di heman rojê de komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kirin.”

Foza diyar kir ku komplo hemû gelên azadîxwaz dike hedef da ku wan bike kole ku berjewendiyên wan dewletên komploger pêk bînin û wiha domand: “Sûcên li dijî xelkê me yê Efrînê û Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine û berdewamkirina wan sûcan ji bo qirkirina gelên van herêman, encama bêdengiya navneteweyî ye.”

Foza Yûsif piştrast kir ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi desteka dewletên komploger pêk tên û got: “Êdî bes e hûn destekê didin dewleta Tirk û di kuştina ciwanên me û rijandina xwîna Kurdan de dibin hevkar. Ji bo wê divê gelê me li ber xwe bide da ku tune nebe.”

Foza got berdêl çi dibe bila bibe, gelên herêmê dê serî li hemberî dagirkeriyê netewînın û têkoşînê berdewam bikin heta ku hemû planên dagirkeriyê bi bin bikevin.

Foza Yûsif di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û şehîdan da.

Şêxê eşîra El-Cebûr, Ferhan Cemîl Etiyê jî bi navê Meclisa Gel a bajarê Hesekê axivî û wiha got: “Ocalan misogerî û çareseriya yekane ya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wateya rasteqîn a mirovahiyê ye.”

Etiyê dagirkeriya Tirk û destwerdana wê li kar û barên Sûriyê şermezar kir û piştrast kir ku dê parastina herêmên Bakur û Rojhilatê û piştgiriya gelên bindest bikin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên pêwendîdar kir û got: “Divê hemû aliyên berpirs bi lez zextê bikin da ku rêber Ocalan ji aliyê fîzkî ve rizgar bikin."

Xwepêşandêran li navçeya Til Temir li Kolana Filistînê kom bûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirk ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re şermezar kirin û diyar kir ku sûcên li girtîgeha Îmraliyê û li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên, sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Evîn Paşo wiha domand: “Dîroka me bi şoreş û berxwedanê dagirtî ye, lê belê her dem dagirker me dikin hedef û hewl didin li Rojhilata Navîn serwer bin û bixin xizmeta berjewendiyên xwe.”

Evîn wiha lê zêde kir: “Ji bo ku vê tevgerê û şoreşê tune bikin, rêber Abdullah Ocalan bi komployek dîl girtin. Lê berovajî wê ev tevger bû tevgerek cîhanî û şoreşgerên enternasyonal tev lê bûn.”

Evîn diyar kir ku êrişên li dijî Rêveberiya Xweser û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk jî berdewama komployên li dijî rêber Ocalan in.

Evîn Paşo her wiha îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û alîgirên wê şermezar kir û piştrast kir ku berxwedana hêzên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dê bi pêşengiya jinên azad dewam bike.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, rêvebera meclisê Ayhan Yûnis diyar kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên herêmê dê li hember êrişan bisekinin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî li qada şehîdan a navçeyê kom bûn û diyar kir ku divê rêber Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Endamê Rêveberiya PYD'ê Mihemed Xelef destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan salên dirêj xebitî da ku gelên bindest rizgar bike. Xelef anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedan û vîna xwe Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pûç kir.

Mihemed Xelef piştrast kir ku dagirkirina Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê berdewama komploya li dijî rêber Ocalan e û bang li gel kir ku berxwedan û têkoşîna xwe bidomîne heta ku dagirkeriyê têk bibin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen jî komplo û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, şermezar kir. Ebîr got: “Beriya 2 salan zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di yek eniyê de li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî êrişên dewleta Tirk şer kir û li hember balafir û topbarana dewleta Tirk ên hovane li ber xwe da.”

 (şx, dm)

ANHA