Rojnameyên erebî: Îsraîlê êrişî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê kir

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên Îranê, aloziya pereyên Tirkiyê û rewşa Tunisê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê êrişî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê kir
9 cotmeh 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI BOMBEBARANA ÎSRAÎLÊ DE 6 ENDAMÊN HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ BIRÎNDAR BÛN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat vê sibê têkildarî êrişên Îsraîlê yên duh ên li dijî Sûriyê wiha nivisî: “Dezgehên çapemeniyê yên fermî yên hikumeta Şamê duh bi şev ragihand ku ji ber hedefgirtina gundewarên rojhilatê Himsê ji aliyê Îsraîlê ve, 6 leşkerên Sûriyê birîndar bûn.

Çapemeniya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, got: “Îsraîlê ji herêma Tinefê bi moşekan êrişî balafirgeha T4 ya leşkerî ya li herêma navîn kir. Pergala parastinê ya Sûriyê piraniya wan moşekan bê bandor kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) got hemwextî êrişa li dijî T4 dengê teqînan ji El-Bû Kemalê ya nêzî sînorên di navbera Sûriyê û Iraqê de hat bihîstin.

SOHR`ê bi bîr xist ku gelek çekdarên alîgirên Îranê di derbeyên li dijî balafirgeha T4 de hatin kuştin lê dateyên din eşkere nekirin.

SOHR`ê diyar kir ku nuqteya li Himsê ku Îsraîlê êrişî wê kiriye, balafirgeheke leşkerî bû û tê de depoyên çek ên milîsên alîgirên Îranê û dron hebûn.”

‘ALOZIYA LÎREYÊ TIRK BERDEWAM E’

Têkildarî aloziya lîreyê Tirk rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Banka Navendî berpirsyara aloziya aborî dibîne. Bi taybet ji ber ku lîreyê Tirk duh li beramberî dolar gelekî daket.

Çavkaniyên agahdar diyar kir ku Erdogan dest bi windakirina baweriya xwe bi serokê Banka Navendî Şahab Kavcioglu kir, piştî kêmtirî 7 mehan ku waliyê berê ji kar hat dûrxistin.  Çavkaniyan destnîşan kir ku van hefteyên dawî her duyan têkilî bi hev re danîne.

Çavkaniyên ku ji ber hesasiyeta mijarê nexwest navên xwe eşkere bikin, bi bîr xist ku Erdogan ji ber derengmayîna kêmkirina nirxê faîzê heta dawiya meha borî, bedbîn e. Her wiha gotin ne diyar e Erdogan çi bike.

Îsal lîreyê Tirk li beramberî dolar bi rêjeya ji sedî 17 daket.”

‘ÎXWAN LI TUNISÊ TEVLIHEVIYÊ DERDIXIN LÊ GEL LI PÊŞIYÊ BÛYE BEND’

Têkildarî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Partiyên alîgirên pêkanîna guhertinên siyasî li Tunisê, lidarxistina civînên xwe didomînin. Tevgera El-Nehda ya Îxwanan û hevalbendên xwe banga lidarxistina xwepêşendanan li dijî tedbîrên ku serok Qeys Seîd girtine, kir. El-Nehda bi van bangewaziyên xwe hewl dide piştevaniya raya giştî ya hundir û derve bi dest bixe. Lê hewldanên wê li hemberî xwepêşendanên alîgirên serok Seîd bersivdayîneke şermok e.  

Ji ber piştgiriya terorê û gendeliyê nerazîbûna li hember Îxwanan û bangewaziyên darizandina wan zêde dibin.”

(şx)