Di bombebarana li Çemçemal de jinek şehîd bû û 2 kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Li Çemçemal balafireke bêmirov  li wesayîtek da. Di encamê jinek şehîd bû û 2 kes birîdar  bû.

Di bombebarana li Çemçemal de jinek şehîd bû û 2 kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
8 cotmeh, 2021   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê,  li nêzî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê vê êvarê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li wesayîtakê dan.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, di bombebaranê de jinek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê jina şehîd bûyî rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Rewşa birîndaran baş e û rakirin nexweşxaneya Çemçemal.

Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê Cotmehê de jî li nêzî navçeya Çemçemal wesayîtek ji aliyê balafirek bêmirov ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûbûn.