Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê bi gelek mûşek bajarokê Meret Nesan ê bakurê rojhilatê Idlibê topbaran kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn
8 cotmeh, 2021   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), hêzên hikumeta Şamê yên li derdora bajarokê Teftenaz gelek mûşek avêtin bajarokê Meret Nesan ê bakurê rojhilatê Idibê, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Ev topbaran hemwextî êrişên hêzên hikumeta Şamê li herêmên bejahiyên rojavayê Helebê yên "Bêçek" pêk hat.

SOHR’ê duh destnîşan kir ku balafirên Rûsyayê derdora gundê Besenqol ê rojavayê Idlibê ku tê de baregeheke çeteyên Tehrîr El-Şamê heye bombebaran kir, di encamê de çeteyek hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.

(fr)