Ciwanên şoreşger herikîn bin konê çalakiyê

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan herikîn bin konê çalakiyê. Ciwanan PDK'ê şermezar kirin û banga radestkirina cenazeyên gerîla şehîd kir.

Ciwanên şoreşger herikîn bin konê çalakiyê
8 cotmeh, 2021   13:49
QAMIŞLO

Çalakiyên konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi armanca şeremzarkirina kiryarên PDK'ê û daxwaza cenazeyê gerîlayên ku di kemîna wê de şehîd bûne li dergehê Sêmalkayê di roja 4’an de berdewam dike.

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Cizîrê li gundê Berûc ê herêma Koçerat kom bûn. Ciwanan bi peyatî li gel berzkirina diruşmeyên şermezarkirina PDK'ê û silavkirina berxwedana gerîla herikîn bin konê çalakiyê.

Meşa ciwanan li ber konê çalakiyê bi tilîliyên dayikan hate pêşwazkirin û li wir deqeyeke rêz hate girtin.

Dûvre endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û got, di dîrokê de PDK’ê gelek caran xiyanet kirine û niha dubare dike.

Zerdeşt anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe hewl dide Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe, lê bi bin ket, vê carê hewl dide bi rêya PDK’ê rê li ber HPG’ê qut bike.

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt got, çalakiyên wan li dijî siyasetên qirkirin û dagirkeriyê berdewam in heya ku cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan werin kirin.

Tolhildan Zerdeşt wiha dawî li gotina xwe anî: "Dem dema azadiya rêber Ocalan û têkbirina îxaneta PDK’ê ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/avWMUyEAhHE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>