Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê li artêşa Tirk da

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Avaşînê bi çekên giran li artêşa Tirk xist.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê li artêşa Tirk da
8 cotmeh, 2021   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

8'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li qada Mervanosê, saet di 09:15'an de jî li qada Girê Şehîd Serxwebûn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van her du çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

7'ê Cotmehê saet di navbera 19:40-00:20'î de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Werxelê, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter tev geriyan. Heman demê Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Geliyê Basya bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

7'ê Cotmehê saet di navbera 22:50-23:15'an de qada berxwedanê ya Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

7'ê Cotmehê saet di navbera 19:00-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê derdora gundên Dêşîşê, Serarû û Kêsteyê, her wiha qada Koordîneyê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

8'ê Cotmehê saet di 06:30'î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hate bombekirin."