Meclisa Giştî ya PYD’ê: Bajarên me yên dagirkirî bûn şahidên kîna dewleta Tirk

Meclisa Giştî ya PYD`ê berdewamkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê şermezar kir û soza berdewamkirina têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji artêşa Tirk a dagirker da.

Meclisa Giştî ya PYD’ê: Bajarên me yên dagirkirî bûn şahidên kîna dewleta Tirk
8 cotmeh, 2021   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera duyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Di 9`ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk a dagirker bi navê ‘Kaniya Aştiyê’ bi armanca têkbirina Kurdan û pêkhateyên herêmê û dagirkirina bajarên din ên Kurd, Ereb û Suryanan êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Dewleta Tirk bi êrişê re demografiya herêmê guherand û dest bi qirkirina nîjadî û komî kir. Bi dehan sivîl kirin hedef û dan koçberkirin. Piştre malbatên çeteyan û komên alîgirên xwe di malên wan sivîlan de bi cih kirin.

2 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn, lê hîna jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî wekî xenîmetên şer dibîne.

2 sal e talan, dizî, guhertina demografîk, girtin û birina fîdyeyayan berdewam in. Hîna şêniyên wê yên resen koçber in û di şert û mercên dijwar de dûrî warê xwe ne.

Her wiha sûcên dewleta Tirk di vir de sînordar neman, siyaseta tirkkirinê li dijî sivîlan li Hesekê û gundewarên wê meşand. Ava stasyona Elokê ya li gundewarên rojhilatê Serêkaniyê qut kir.

Em berdewamkirina dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Sûriyê û pêkanîna guhertina demografîk, qirkirina komî û nîjadî û hedefgirtina sivîlan, kuştina wan û îşkencekirina wan şermezar dikin.

Em bi diyalogê re ne heta ku Sûriyeyeke pirreng a demokratîk û nenavendî ava bibe. Em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin ta ku dagirkerî ji herêmên me derdikeve û şênî vedigerin warên xwe.

Em bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe rabin da ku sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan bi dawî bikin, biryara NY`yê ya têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyê pêk bînin bi şêwazekê ku alî ji xebatên siyasî neyê dûrxistin. Her wiha mafên Kurdan û hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser di Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî de misoger bikin.”

(şx)